Rûsya: Divê ti mercên pêşwext li ser çarenivîsa Esed tune bin

Rûsyayê dibêje ku divê hêzên cîhanî ji piştî êrîşên Parîsê kedên xwe li dijî terorê berhev bikin û ti mercên pêşwext li ser çarenivîsa Serokê Sûriyê dînenin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsyayê dibêje ku divê hêzên cîhanî ji piştî êrîşên Parîsê kedên xwe li dijî terorê berhev bikin û ti mercên pêşwext li ser çarenivîsa Serokê Sûriyê dînenin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov îro 18 Mijdarê di konfiransekerojnamevanî de ligel hevşanê xwe yê Libnanî Cibran Basîl li Moskoyê ragehand, ku divê hêzên cîhanî ji piştî êrîşên Parîsê kedên xwe li dijî terorê berhev bikin û ti mercên pêşwext li ser çarenivîsa Serokê Sûriyê dînenin.

Piştî êrîşên DAIŞê  li Parîsê  bi ser “Stade de France û Navenda Bataclanê” ku di encamê de dora 129 kes hatin kuştin û 250ê din jî birîndar bûn.

Serokê Firansayê François Hollande daxwaza hevpeymaniyeke berferh li dijî DAIŞê kir û got ewê vê pêşniyarê ligel Serokê Amerîkayê Barack Obama û yê Rûsî Vladimer Putin gotûbêj bike.

Lavrov got jî ku ti rêkeftin derbarê çarenivîsa Esed de di civînên Viennayê de nebû. Lavrov got jî “Em ji hevkarên xwe yê rojevayî hêvî dikin helwêstên xwe biguhêrin.”