500 tankerên petrolê yên DAIŞê hatin bombardiman kirin

Piştî wêya Amerîkayê ragehand ku firokeyên wan ên şer nêzîka 500 tankerên tejî petrol ên DAIŞê bombardiman kirine, dîmenê vîdeoyî jî hat belavkirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî wêya Amerîkayê ragehand ku firokeyên wan ên şer nêzîka 500 tankerên tejî petrol ên DAIŞê bombardiman kirine, dîmenê vîdeoyî jî hat belavkirin.

Bombardimankirina wan tankerên DAIŞê ku dixwest petrol Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê veguhêze Iraqê û bi qeçax bifroşe, hevdem bû ligel operasyona azadkirina Şingalê, bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hîmmeta Hêzên Pêşmergeyên.

Li gor berpirsên Amerîkayî, firokeyên şer berî bombardimanê hişyarî dane şofêran û wan jî guhê xwe nedayê, loma firokeyên şer ew bombardiman kirine.