Amerîka: Dema Kurd hevgirtî bin ti hêz nikare wan bişkîne

Şanderê Serokê Amerîkayê yê Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê radigihîne ku, heger Kurd hevgirtî bin ti hêzek nikare wan bişkîne, her wek me li Kobanê dîtiye.

K24 – Navenda Nûeyan

Şanderê Serokê Amerîkayê yê Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê radigihîne ku, heger Kurd hevgirtî bin ti hêzek nikare wan bişkîne, her wek me li Kobanê dîtiye.

Şanderê Serokê Amerîkayê yê Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk duh 20 Mijdarê, li Washingtonê bo rojnamevanan got ku eger Kurd hevgirtî bin ti hêzek nikare wan bişkîne, her wek me li Kobanê dîtin.

En gotinên McGurk di bersiva pirseke rojnamevanekî de hat, dema jê pirsîbû “Amerêka di çi mercên siyasî de wê alîkariyan bide Pêşmergeyên Kurdistanê” McGurk di bersivê de got: “Rêveberiya Obama bi girîngî li nakokiyên Kurdan dinêre, ji ber ku hîn jî ew şerê li dijî DAIŞê bidawî nebûye.”

Derbarê bergîriya kurdan li Kobanê, McGurk got: “Li wê demê Amerîkayê bihêz li gel Tirkiyê kar ku kerîdorekê bo hêza Pêşmerge veke, da ku bigehin birayên xwe yên li Sûriyê daku nehêlin Kobanê bikeve destê DAIŞê.” McGurk got jî: “Wê demê birastî yekîtiya Kurdan li dijî gefan nîşan da û karîn hêza DAIŞê bişkînin.”

McGurk amaje kir jî: “Di demekê de ku kêm tax ji Kobanê mabûn û tenê çend sed şervanan bergîriya bajêr dikirin, Amerîkayê biryara xwe da û alîkariya şervanan bi çendîn êrîşên esmanî û pirçekirina leşkerî, kir.”

McGurk got jî: “Kurd rojane şehîdan didin” lewre ji bersîgirtina dijminan pêwîst e ew yekgirtî bin û tev nakokiyan bidin aliyekî, çûnku şer bi wan re tên kirin.

Li dawiyê McGurk got jî, ku serkeftinên Kurdan û Hevpeymaniyê li Şingalê ya li Başûrê Kurdistanê û bajarokê Holê li Rojava serkeftinên vê dawiyê bûn, ku DAIŞên Reqa û Mûsilê ve ji hev qetandin.