Welatên cîhanê li ser çarenivîsa Esed nakok in

Man û nemana esed mezintirîn xala nakokiya welatên cîhanê ye, yên ku dixwazin krîza Sûriyê çareser bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Man û nemana esed mezintirîn xala nakokiya welatên cîhanê ye, yên ku dixwazin krîza Sûriyê çareser bikin.

20 welat û rêxistin, di nav wan de Emerîka, Rûsya Îran û Erebistana Siudiyê di danustandinên Viennayê de li ser nexşeyeke demkî ji bo pêkanîna hikûmeteke veguhestinê di mawê 6 mehan de li Sûriyê lihev kirin, herwiha ji bo encamdana hilbijartinan di çarçoveya salek û nîvê de.

Lê milimlane di navbera welatên ku daxwaza çûna Esed dikin,û welatên ku wê daxwazê red dikin hîn jî berdewam e.

Berdevkê  Wezareta Derve ya Emerîkayê John Kirby dibêje: “Rola Esed wê bimîne pirsek, heya çareyek jê re were dîtin. Em proseyeke veguhestinê  dixwazin ku cihê Esed di wê hIkumetê de nebe, rola wî jî di wê qunaxê  de dê di civînên bê de were gotûbêjkirin.” Lê kirby dem û cihê wan civînan eşkere nekir.

Rûsya jî nemana Esed di qonaxa veguhestinê de red dike, dibîne ku pêwîst e welatên cîhanê ti mercekî li ser rola Esed di wê qonaxê de ferz nekin.

Welatên ku li ser man û nemana Esed nakok in, li ser xala ku pêwîst e miletê Sûriyê çarenivîsa xwe diyar bike, li hev dikin, ku ev xal mafekî rewa yê wî miletî ye.