Mosko: Divê karên hevbeş li Sûriyê bibin

Rûsya daxwaz ji Brîtanyayê dike ku hevkariyê li gel wê di şerê DAIŞê de li Sûriyê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya daxwaz ji Brîtanyayê dike ku hevkariyê li gel wê di şerê DAIŞê de li Sûriyê bike.

berdevkê Wezareta Rûsyayê Marya Zaxarova di hevpeyvîneke telvizyonî de duh 21 Mijdarê, li Moskoyê got pêwîst e welatê Brîtanîya  êdî hevkar be ligel Rûsyayê ji bo pêkanîna oprasyonên esmanî  li dijî DAIŞê di Sûryê de, bo têkbirina wê rêxistnê.

Zaxarova amaje kir ku, Rûsya amade ye her biryarekê ji Encûmena Asayişê derbarê rêdana pişikdariya hêzên Brîtanyayê de bo jinavbirina Terorê li Sûriyê, hevkariyê bike.  

Ev daxuyaniyên Zaxarova piştî wê yekê tê , ku aliyên navdewletî piştî bûyerên Parîsê behsa hevpeymaniyeke nû ya berfereh li dijî DAIŞê dikin.