Ji bo du mebestan em çûn Kêleşînê

Mistefa Hicrî
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Mistefa Hicrî, ragehand ku ew ne bi pêşniyara hîç aliyekî û tenê ji bo du mebestan çûne Kelaşînê.

Di hevpeyvînekê de ligel K24ê, Mistefa Hicrî, behsa çend mijarên roja îro yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir. Derbarê rêkeftina Îran û welatên 5+1 de, Hicrî got: "Rêkeftinê Îran anî ser xetê û ji xeynî lihevkirinê tu rêyên din li ber nemabûn."

Sekreterê PDK-Î Mistefa Hicrî wiha axifî: "Îran lawaz bûye, ji Xumeynî heta bi Xameneyî digotin k utu bandora ambargoyê nîne, lê belê derket ku ambargoyan bi tevahî Îran lawaz kirine û neçar kirin ku rêkeftinê îmze bike."

Derbarê rewşa Kurdan li navxweyê Îranê jî, Hicrî got: "Kurd li Îranê neteweya sêyem in, lê pirsgirêkên Kurdan bi xwe hene û hêzên Kurdî heta niha wek pêwist nikarîne bernameyê xwe bi hêlekê de bibin ku dinya yekbûna wan bibîne û van pirsgirêkan bandor li wan kiriye. Evna xaleke lawaz e bo Kurd û hêzên opozisyona Îranê jî."

Li ser peywendiyên wan ligel aliyên din Hicrî, dibêje ku peywendiya wan ligel piraniya hêzên Kurdî yên Îranê heye û di rûniştinên wan jî bi hev re hene. Hicrî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: "Niha ku hilbijartina Encûmena Şûra ya Komara Îslamî ya Îranê nêzîk bûye, aliyên Kurdî hewl didin bi hev re rûnin û helwêsta xwe bikin yek."

Derbarê çûna Pêşmergeyên wan bo ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî navçeya Kêleşînê, Mistefa Hicrî ew yek red kir ku li ser daxwaz an pêşniyara hîç aliyek be û wiha pêde çû: "Mebesta me ya serekî ew bû, piştî ragirtina şerê çekdarî jî gelek ciwan hatine nav rêzên Pêşmerge û pêdiviya wan bi çiya û şarezabûna xebata partîzanî heye bi awayekî pratîk."

Hicrî sedema duyem jî wiha rave dike: "Li wan sînoran xelkê Rojhilatê Kurdistanê bazirganiyê dikin û dibe bi wê rêyê daxwaza hevkariyê ji xelkê xwe bikin, ji ber em wek PDK-Î, çavkaniya dahata me xelk û alîkariyê jê werdigirin."