Li Nisêbînê kesek birîndar bû û rewş aloz e

Li Nisêbîna Navçeya Mêrdînê di 12-emîn roj de qedexeya derketina kolanan didome. Li navçeyê şer û pevçûn car car berz derdikevin.

K24 – Mêrdîn

Li Nisêbîna Navçeya Mêrdînê di 12-emîn roj de qedexeya derketina kolanan didome. Li navçeyê şer û pevçûn car car berz derdikevin.

Îro jî di aloziyan de sivîlek, ji pişta xwe birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Mêrdîne. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li ber deriyê Nisêbînê rawestiyane û nikarin bikevin qezayê. Şandên din yên ku dixwazin werin navçeyê jî li ciyên girtî yên rêyên Nisêbîne hatine asteng kirin.

Ji aliyê din ve, li Cizîra Navçeya Şirnexê jî, di êrişeke ser otomobîla zirxpoş a polîsan de polîsek hat kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn. Li Sêwereka Navçeya Rihayê jî îro serê sibehê alozî çêbun û di encamê de polîsekî canê xwe ji dest da û polîsekî jî birîndar bû.

Li gor agahiyên K24ê, gelek malbat ji ber şer û pevçûnan ji qezayê derketine û çûne bajarên din ên ku hinekî aram in, herwiha tê gotin ku eger rewş wiha berdewam bike dê bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê vala bibin.