Agahiyên nû li ser "hewlên dabeşkirina Iraqê"

Wezareta Derve ya Îraqê ragehand ku nûçeya dabeşkirina Iraqê ji aliyê Kongresa Amerîkayê ve dûr e ji rastiyê û Kongres ji bo vê mebestê nacive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Iraqê ragehand ku nûçeya dabeşkirina Iraqê ji aliyê Kongresa Amerîkayê ve dûr e ji rastiyê û Kongres ji bo vê mebestê nacive. Di beyannameyekê de, Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Cemal ragehand ku amadekariyên civîna dahatî ya Kongresa Amerîkayê, ne taybet e bi dabeşkirina Iraqê û ev pirs di civînê de nayê behs kirin.

Di beyannameyê de wiha tê gotin: “Rûniştina îro ya Kongresa Amerîkayê taybet e bi proje-yasaya budceya Bergiriya Neteweyî ya Amerîkayê û niha ew proje-yasa di qonaxa îmzekirinê de ye."

Tê çaverêkirin ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Barack Obama ve were îmzekirin daku ji aliyê Kongresê ve bê pesendkirin û piştre bikeve warê cîbicîkirinê de. Li gorî beyannameyê, naveroka wê projeyê, behsa berdewambûna prosesa siyasî ya Amerîkayê dike ji bo alîkariyên leşkerî bo Iraqê, ew jî dê yekser ligel hikûmeta Bexdayê be.

Cemal, amaje bi wê yekê jî da ku stratejiya Wezareta Derve ya Iraqê kar kirine li ser bihêzkirina yekrêziya nîştimanî û yekxistina hêzên Iraqê li hember terorê ye.

Endamê Parlamentoya Iraqê Fewzî Ekrem Terzî jî ragehandibû ku îro roja Sêşemê Kongresa Amerîkayê dê deng li ser dabeşkirina Îraqê bide, loma pêwîst e balyozê wî welatî ji Iraqê were derxistin.