Kurd bi merc beşdarî azadkirina Mûsilê dibin

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ragehand ku, pêwîst e beriya azadkirina Mûsilê rêkeftinek bê îmzekirin ku têde mafê hemû pêkhateyan parastî be.

K24- Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ragehand ku, pêwîst e beriya azadkirina Mûsilê rêkeftinek bê îmzekirin ku têde mafê hemû pêkhateyan parastî be.

Barzanî ku îro, 24ê Mijdarê, li Hewlêrê pêşwazî li komîteya pêwendiyên derve ya Parlementoya Brîtanyayê bi serokatiya Nedîm Zehawî  kiribû, behsa azadkirina Şingalê û proseya çaverêkirî ya rizgarkirina Mûsilê kir.

Di hevdîtinê de, Nedîm Zehawî pîrozbahiya azadkirina Şingalê li Barzanî kir û got ku, cîhan bi çavekê rêzê temaşeyî qehremanî û qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dike.

Şandeya Brîtanî tekez li ser berdewamiya pitgirîkirina Hêzên Pêşmerge jî kir.

Di beramber de, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî tekez kir ku wateyeke taybet ya rizgarkirina Şingalê li cem gelê Kurd heye, ew serkeftin jî bi şikestinek mezin a DAIŞê da zanîn.

Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de daxwaz kir ku li rûbirûbûna terorê da civaka navdewletî ciddîtir bê û pêwîste hemû dinyaya azad li dijî terorê li yek sengerê da bin.

Serokê Herêma Kurdistanê got jî “Berî ku Mûsil bê azad kirin pêwîst e rêkeftineke hebê ku têdaemafê hemû pêkhateyan parastî bê û carek din hîç pêkhateyek rûbiruyê karesatê nebê.”