Lavrov: Em piştgiriya çareseriyeke siyasî li Sûriyê dikin

Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje ku, divê danûstandin di navbera rêjîma û opozîsyona Sûriyê dest pê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje ku, divê danûstandin di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê dest pê bike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov di konferanseke rojnamevanî ye hevbeş de ligel hevşanê xwe yê Sûrî, Welîd Muelim,  îro, 27 Mijdarê ragehand ku, ew piştgîriya çareseriyeke siyasî li Sûriyê dikin “ji ber ku welatiyên Sûriyê biryar li ser çarenivîsa xwe bidin.”

Herwiha Lavrov got jî, ku ew piştgiriya aborî jî didin Sûriyê û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bi salane alîkariyên aborî pêşkêşî Sûriyê bikin. 

Lavrov derbarê xistina firokeya Rûsî de ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve got ku, Tirkiyê sînorên xwe derbas kirine û “dê ziyanên mezin bigehin berjewendiyên wê.”

Wezîrê Rûsî diyar kir jî ku, welatê wî dê ji destpêka sala bê ve, biryara derbasbûna welatiyên Tirkiyê bêyî wergirtina vîzayê ji xaka Rûsî re rawestîne. Ku berê welatiyên Tirkiyê bê vîza derbasî wî welatî dibûn.