Serokwezîrê Brîtanya: Divê em jî li DAIŞê bixin

Serokwezîrê Brîtanyayê radigehîne ku, divê welatê wî bi awayekî aktîftir beşdarî şerê li dijî terorê bibe û êdî firokeyên wan jî li DAIŞê bixin.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Serokwezîrê Brîtanyayê radigehîne ku, divê welatê wî bi awayekî aktîftir beşdarî şerê li dijî terorê bibe û êdî firokeyên wan jî li DAIŞê bixin.

Serokwezîrê Brîtanyayê, David Kameron îro, 29ê Mijdarê, li Maltayê got ku, tekez kir ku, divê firokeyên welatî wî jî beşdarî operasyonên li dijî DAIŞê li Sûriyê û Iraqê bibin.

Derbarê Sûriyê de Kameron got ku, gerek e hikûmeteke nû were avakirin ku hemû pêkhateyên Sûriyê li xwe bigire.

Kameron amaje kir jî ku, heger hikûmetek li Sûriyê çênebe, dê derfet ji terorîstan re berferehtir bibe, lewma pêwîst e ew hemû hewlên xwe bikin bo pêkanîna çareseriyeke siyasî li Sûriyê.

Kameron daxwaz ji Parlementoya Brîtanyayê kir ku proje yasayek ku wî derbarê şerê li dijî DAIŞê de pêşkeş kiriye pesend bike, ji bo ku firokeyên wî welatî jî pêgehên DAIŞê bombebaran bikin.