"Di kuştina Elçî de kêmasiyên ewlekariyê hene"

Etyen Mahçupyan

K24 - Stenbol

Rojnameger û şêwirmendê Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu yê berê Etyen Mahçupyan derbarê kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî û proseya aştiyê de ji Kurdistan 24'ê re axivî. Mahçupyan gotina "Tiştê ku Elçî kuşt ne dewlet e bêdewlet bûnê ew kuşt" a Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş jî wiha nirxand: "Demîrtaş dixwaze Kurd bibin yek û dewleta xwe ava bikin."

Derbarê kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî de hinek kes dibêjin sûîqast e, hinek kes jî dibêjin di nav şer de ma û bêqest hat kuştin. Tu çawa dinirxinî?

Mahçupyan: Hemû kes dizane li wê derê xendek hene. Li ba xendekan, endamên YDG-Hê hene û gule berdidin, pev diçin. Eger gule ji nizm ve hatibe berdan û ew kes ne YDG-Hî bin, divê kesên YDG-Hî yê ku gule berdaye bizanibe. Pirseke wiha jî heye ku mirov bersiva wê meraq dike: Ji bo ku kujer diyar bibe dozger diçe cihê bûyerê da ku dendikê guleyê bibîne û bûyer bê zelalkirin wê demê çima endamên YDG-Hê êrîşî wî dikin. Lê belê em ji niha ve nikarin bibêjin kujer YDGH'iye ji ber hê jî tiştekî teqez tune.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya ku li ber mînareya çarpê tê dayîn polîs û kesên ji teqsiyê peya dibin ji nêz ve pev diçin lê wê demê ji bilî Tahir Elçî tu tişt bi tu kesî nayê. Li gor te ev tiştekî plankirî ye?

Mahçupyan: Polîsan heya demekê nizanibûn kesên di ber wan re derbas dibin kesên ku wê werin girtin an na? Dema polîs di destê wan kesan de çek dibîne hinekî fam dike û tesîra şoqê jî li ser polîsan heye. Di vê bûyerê de pir zelal e ku polîs bê tecrube ne jiber dema wesayît didin sekinandin qed tedbirên xwe nastînin û rasterast diçin ber wesayîtê paşê jî tên kuştin di vir de kêmasiya hêzên ewlekariyê heye.

Di merasîma cenazeya Elçî de Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş got: Tiştê ku Tahir Elçî kuşt ne dewlet e bêdewletbûnê ew kuşt" Ji vê gotina Demîrtaş tu çi fam dikî?

Mahçupyan: Bi ya min Demirtaş bi vê gotina xwe, dixwaze dewleteke Kurdan hebe. Enqere guh nade Kurdan û ji bo daxwazên Kurdan xemsariyê dike. Hinek kes dibe ku wiha bifikirin: Demirtaş di vê gotina xwe de qala tunebûna ewlehiya raya giştî dike. Lê belê li gor min ne wiha ye, di vir de Demirtaş bi awayekê zelal ji bo Kurdan banga avakirina dewletê dike û dibêje "em Kurd bibin yek û dewleta xwe ava bikin."

Lê HDP li ser fîkra Tirkiyeyîbûnê bû, gelo dest ji vê fîkrê berda?

Mahçupyan: Piştî gotina "em ê te nekin serok" projeya Tirkiyeyîbûnê jî qediya. Ji ber wateya Tirkiyeyîbûnê ew e ku bi gelên Tirkiyê re çareserî pêk were. Li Tirkiyê jî ji bilî Ak Partî bo çareseriyê tu kes xîret nade. Eger hûn ligel Ak Partî naxwazin bixebitin, hûn çareseriyê jî naxwazin.

Tê gotin ku axaftina "ez hevdîtina li Dolmabahçeyê qebûl nakim û pirsa Kurd tune" ya Serokkomar Erdogan bû sedema bidawîbûna proseya aştiyê. Bi rastî jî sedem ev bû yan tiştekî din heye?

Mahçupyan: Li Dolmabahçeyê jixwe lihevkirinek çênebû. Her du alî hatin cem hev bi tenê tiştên ku li ser kaxizê nivisîn xwendin. Ya rast li wê derê lihevkirinek mimkun bû lê ji ber hinek qisawetên dewletê yên ewlekariyê çênebû. Loma Serokkomar Erdogan hevdîtina Dolmabahçeyê nepejirand. Lê belê beriya Erdogan, Demirtaş û ji Qandilê çend kesan gotibûn: Baweriya me bi çareseriya wan tun e.

Ji bo çareseriyê, divê çi bê kirin?

Mahçupyan: Hinek xebatên hikûmetê hene, divê yekser pêk werin. Niha bi vê destûra bingehîn dikarin xebatên pêwîst wek çandî bikin. Piştre ji bo destûra bingehîn a nû hewl bê dayîn. Ji niha ve Kurd jiyaneke çawa dixwaze divê ev yek baş bê zanîn. Gelê Kurd di siyasetê de pêş ketiye û zû bi zû nayê xapandin.