“Rûsya 5 ton çek ji YPG re diavêje”

Heta niha YPG ti daxuyanî di wê derbarê de ne daye.

K24- Navenda Nûçeyan

Komîteyên Hevrêziya Navxweyî li Sûriyê belav kirine ku, firokeyên Rûsî çek û teqemenî ji şervanên Kurd re şandine.

Komîteyên Hevrêziyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku,  firokeyek leşkerî ya Rûsî îro, 2ê Kanûnê, destê sibê demijmêr 03.00yan, 5 ton çekên sivik li taxa Şêx Maqsûd ya Helebê ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve avêtine.

Taxa Şêx Meqsûd yek ji taxên Kurdî yê herî mezin e li bajarê Helebê, ev bû demek ku îslamiyên radîkal êrîşê dikin û gefa armanckirina pêgehên YPG li wê deverê dixwin.

Eger daxuyaniya Komîteyên Hevrêziya Navxweyî li Sûriyê hat piştrast kirin, dê ev yekemîn car be ku Rûsya alîkarî ji şervanên Kurd re avêtibe.

Heta niha YPG ti daxuyanî di vê derbarê de nedaye, lê beriya niha Amerîka 2 caran çek ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk re şandibûn, ku YPG pêkhateya herî mezin a wê hêzê ye.

Komîteyên Hevrêziya Navxweyî li Sûriyê di destpêka şoreşa Sûriyê de, 2011an, hatine vavakirin û karê rêxistin û birêvebirina xwepêşandanan dikir.