Firokeyên Rûsî gundekî Efrînê bombebaran dikin

Êrîşa îslamiyên radîkal li ser herêma Efrînêberdewam e.

K24- Efrîn

Firokeyên Rûsî gundekî ser bi Efrîna Rojavayê Kurdistanê ve bombebaran dikin.

Peyamnêrê K24 li Efrînê got ku îro, 2ê Kanûnê, gundê Ziyaret (rojhilatê Efrînê) ji aliyê firokeyên Rûsî ve bi 7 rokêtan hat armanckirin.

Peyamnêrê me diyar kir ku, heta niha ziyanên madî û mirovî yên ji encama bombebaranê ketine nehatine zanîn.

Xelkên gundê Ziyaret hemû Kurdin û niha ji hemû aliyan ve hatine dorpêçkirin û nikarin ji ber pevçûnan ji gund biderkevin.

Herwiha ew gund hêla herî gerim a şerê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û çekdarên îslamî yên radîkal de ye.

Herweha gundê Bênê yê navçeya şêrewa jî duh de bi çekên giran û navend ji aliyê el-Nusrayê û Ehrar el-Şam ve tê topbarankirin û di encamê de xelkên gund neçar man ku ji gund derkevin, tê zanȋn ev gund di bin kontirola YPG û YPJê de ye,