Kitêba Hîtler "Şerê Min" dîsan tê çapkirin

Kitêba Pêşengê Elmanyaya Nazî Adolf Hîtler a bi navê "Şerê Min" ku ji bidawîbûna Şerê 2emîn ê Cihanê ve çapkirina wê qedexe ye, dîsan tê çapkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kitêba Pêşengê Elmanyaya Nazî Adolf Hîtler a bi navê "Şerê Min" ku ji bidawîbûna Şerê 2emîn ê Cihanê ve çapkirina wê qedexe ye, dîsan tê çapkirin.

Kitêba "Şerê Min" a Adolf Hîtler dê ligel têbîniyên rexneyî yên bîrmendan dîsan were çapkirin.

Li gor BBC, Enstîtuya Dîroka Hemdem a Munîxê (IfZ) ragehandiye ku kitêba Şerê Min, piştî Şerê 2emîn ê Cihanê, cara yekem dê ligel 3 hezar û 500 têbîniyên rexneyî yên bîrmendan dîsan bê çapkirin.

Şerê Min, 8 sal berî ku Hîtler were ser rêveberiyê di sala 1925an da hatibû çapkirin.

Berî ku Elmanya Nazî di sala 1945an de were hilweşandin, hevpeymanên wê mafê telîfê dabûn rêveberiya eyaleta Bavyeraya li rojhilatê başûrê Elmanyayê. Rêveberiya herêmê ji bo ku nefret neyê gurkirin, destûra dubare çapkirina kitêbê nedabû.