Krîza navbera Tirkiye û Rûsya li ser aboriyê mezin dibe

Krîza navbera Tirkiyê û Rûsya bandorê li têkiliyên aborî jî dike. Rûsya, bi sed hezaran ton sebze û fêkiyên li gumrikê hatine sekinandin dê bişîne Tirkiyê.

K24 – Stenbol

Krîza navbera Tirkiyê û Rûsya bandorê li têkiliyên aborî jî dike. Rûsya, bi sed hezaran ton sebze û fêkiyên li gumrikê hatine sekinandin dê bişîne Tirkiyê. Herwiha ev yek jî, li Tirkiyê bihayên sebzeyan bi qasî ji sedî 30 daxist. Hinardekarên li Stenbolê, dibêjin ku ev rewş bo karê wan ne baş bû.

Rûsya û Tirkiye li ser bazirganiya berhemên çandî di nav têkiliyeke baş de bûn. Lê belê piştî krîza xistina firokeya Rusî, rayedarên dewleta Rûsyayê  biryar dan ku êdî ji Tirkiyê sebze û fêkî nekirin. Niha gelek kamyonên ku tê de sebze û fêkî hene ji gumrikê vedigerin Tirkiyê.

Koordînatorê giştî yê Komeleya Bazirgan û Sîmsaran a Sebze û Fêkiyan a Stenbolê Îbrahîm Yanık got, piştî biryara Rûsyayê ya li ser aboriyê û vegerandina barhilgiran bihayê sebze û fêkî gelek daxistiye: "Piştî biryara Rûsyayê ya li ser aboriyê, kamyonên ku sebze bar dikirin tên Tirkiyê. Li Stenbolê jî gelek sebze û fêkî ketine ser hev û di destê hinardekaran de maye. Niha sebze û fêkî li vir pir erzan e. Rast e hinardekar niha ketine tengasiyê lê ez bawer im di demek kurt de ev arîşe dê bê çareserkirin."

Muhîttîn Baranê ku sebze difiroşe welatên derva diyar dike ku piştî geşedana dawî hinardekar bi awayekî rehettir nikarin sebze û fêkiyên xwe bifiroşin: "Di vir de hilberîner û hinardekar dikevin tengasiyê. Eger rayedarên dewletê ji bo firotina sebze û fêkî bi welatên din re bikevin têkiliyê wê baştir bibe."

Ji ber ku lîmonên ji welatên din tên Rusyayê têrî hemwelatiyên Rûs nakin Rûsya, ji Tirkiyê tenê dê lîmonan bistîne, jê pê ve dê tu sebze û fêkî nekire. Tirkiye, di nav 10 mehan de 90 hezar ton lîmon firotiye Rusyayê.