Lavrov û Çavuşoglu li Belgradê dicivin

Piştî qeyrana xistina firokeya Rûsyayê îro cara yekem dê wezîrên derve yên herdu welatan bicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî qeyrana xistina firokeya Rûsyayê îro cara yekem dê wezîrên derve yên herdu welatan bicivin.

Piştî xistina firokeya Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve, berpirsên herdu welatan yekem hevdîtina xwe ya giring îro dikin. Hat zanîn ku îro danê êvarê dê herdu wezîrên derve yên Tirkiyê û Rûsyayê hevdîtinekê bikin.

Hat gotin ku wê îro danê êvarî demjimêr 16:30an bi dema Enqerê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, li Belgrada paytexta Sirbiyayê hevdîtinekê pêk bînin.  

Lavrov beriya hevdîtinê ragehand ku ‘’ew hêvî dike hempişeyê wî yê Tirk, derbarê firokeyê de û herwiha peywendiyên herdu aliyan de tiştekî nû bêje, eger na dê gelekî heyf be.’’

Lavrov ji medya Sirbiyayê re axvî û got; ‘’Divê sînorên Tirkiyê û Sûriyê bên girtin. Herwiha divê derbarê qaçaxçîtiya petrol DAIŞêde  jî lêpirsîn bê destpêkirin.’’

Lavrov herwiha ragehand ku ji bo parastina sînorên Tirkiyê û Sûriyê, şervanên Kurd dikarin alîkariyê bidin Tirkiyê.