YPG û Odeya Operesyonên Fetih agirbestek îmze kirin

Bi armanca bidawîanîna şerê li derdora Efrînê di navbera YPG û Odeya Operesyonên Fetih Helebê de agirbesteke dualî hat îmzekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi armanca bidawîanîna şerê li derdora Efrîna Rojavayê Kurdistanê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Odeya Operesyonên Fetih Helebê de agirbesteke dualî hat îmzekirin.

Bi destpêşxeriya Encûmena Şêwirmendî û Lihevhatinê ya Helebê û armanca rawestandina herikîna xwînê, doh (03.12.2015) agirbestek di navbera YPGê û Lîwaya Ehrar Sûriyê ya ser bi Odeya Operasyonên Fetih de hat îmzekirin.

Li gor wê agirbestê, her du alî dê hêzên xwe yên leşkerî vekişînin derveyî devera şer û vegerin cihê xwe yên berê. Herwiha dê komîteyek ji her du aliyan were pêkanîn bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera herdu aliyan de.

Ji roja 25 Mijdarê ve, şer û pevçûnên tund di navbera Cêş el-Swar û YPGê ku her du ser bi Hêza Sûryeya Demokratîk in li aliyekî û Eniya el-Nusrayê û Ehrar Sûriyê de li Aşê Fêsel û gundê Keştiyarê, Şewaxra, Malkiyê û Tinibê derketibû.

Gundên Şewaxra, Malkiyê, Tinibê û Aşê Fêsel ser bi bajarokê Ezazê ve ne û dikevin sînorê herêma Efrînê li başûrê rojhilatê ser rêya Heleb û Efrînê.