Rûsya navendeke din a leşkerî li Sûriyê vedike
K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsya di çarçoveya piştgiriya rêjîma Sûriyê û êrîşên dijî DAIŞê de, navendeke din a leşkerî li Sûriyê vedike.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, Rûsyayê karên amadekirina navend û firokxaneya Şiîrat a leşkerî daku wek navendeke leşkerî bikar bîne, bidawî kirine.
Navend û firokxaneya Şiîrat li başûrê bajarê Humisê ye, demek dibe li derdora wê di navbera hêzên rêjîmê û DAIŞê de şer û pevçûn hene, lê bi piştevaniya êrîşên esmanî yên Rûsyayê DAIŞ ji wê navçeyê hatiye dûrxistin.
Li gor Rewangeha Mafê Mirovan, hejmarek şêwirmendên Rûsî çend hefte dibe gehiştine firokxaneya Şiîratê. Tê çaverêkirin heta dawiya vê mehê firokeyên Rûsî wê firokexaneyê bikar bînin.
Rêveberê Rewangehê Ramî Ebdilrehman jî ragehand ku niha karê ser restorekirina firokxaneya Şiîratê berdewam e daku di demeke nêzîk de firokeyên Rûsî ji wê derê rabin û li gundên derdora Humisê bidin.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, piştî ketina firokeya wê li Sîneya Misrê, gotibû ku ew dê êrîşên xwe yên esmanî li dijî DAIŞê tundtir bikin.
Ji 30ê Îlona borî ve, Rûsyayê dest bi êrîşên xwe yên esmanî li dijî DAIŞê kiriye û Amerîka û welatên Rojava jî bi çavê gûmanê berê xwe didin vê destêwerdana Rûsyayê.