Tenê “lîmon” Tirkiyê û Rûsyayê nêzîkî hev dike

Kîloye lîmonan li Rûsyê gehiştiye 10 dolaran.

K24- Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Rûsyayê li hember kirîn û hinardekirina fêkî û sewzeyên Tirkiyê qedexe danî. Tenê lîmon di nava tiştên hatine qedexekirin de nîne.

Piştî krîza xistina firokeya Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve, hikûmeta Rûsyayê bazara hinardeya gelek tiştên ji Tirkiyê rawestand.

Herwiha biryar da ku ji destpêka sala 2016’ê ve hinardeya fêkî û sewzeyên hişk û yên ter jî bide rawestandin. Di lîsteya qedexeyan de tenê lîmon cih nagre. Jiber ku di werzê zivistanê de li Rûsyayê gelek lîmon tê bikaranîn û ji niha ve kîloyek leymonê li Rûsyayê gehiştiye 10 dolaran.

Li gor amarên Saziya Îstatîstîkên Tirkiyê, Rûsyayê di sala 2013’ê de bi buhayê 83 milyon dolar lîmon ji Tirkiyê kiriye. Di sala 2014’ê de jî 78 milyon dolaran lîmon hatiye hinardekirin. Di deh mehên îsal de jî bi buhayê 53.2 milyon dolaran lîmon ji Tirkiyê çûye Rûsyayê.

Herwiha ligor heman amaran, Rûsya pêwîstiyên lîmonê ji sedî 68 ji Tirkiyê werdigre. Ji Arjantînayê ji sedî 12 û li Efrîqa Başûr jî ji sedî 7’ê pêwîstiyên lîmonê peyda dike.

Jiber hatina werzê zivistanê û herwiha hişkesaliyê, nirxê lîmonê di bazarên Rûsyayê de bilind bûye. Herwiha, Rûs di werzê zivistanê de leymon û Votkayê gelek bikar tînin. Kîloya leymonê ji 3 dolaran gehiştiye 10 dolaran. Lewma Rûsya naxwaza hinardeya lîmonên Tirkî jî rawestîne û nirxê lîmonê yekcar bilind bike.