Li Tirkiyê modela Fransî ya serokatiyê tê xwestin

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, modela Fransî ya serokatiyê pêşniyar kir lê belê opozîsyon dibêje ev yek dê demokrasiye lawaz bike.

K24 – Enqere

Bi damezrandina Hikûmeta 64emîn niqaşên li ser modela nû ya birêvebirina dewleta Tirkiyê gehişt qonaxeke nû. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, modela Fransî ya serokatiyê pêşniyar kir lê belê opozîsyon dibêje ev yek dê demokrasiye lawaz bike.

Yek ji girîngtirîn rojeva siyasî ya niqaşên li ser Tirkiyê pergala serokatiyê ye. Serokkomar Recep Tayyip Erdogan jî tevlî van niqaşan bû.

Erdogan behsa modela Fransî kir û got eger guhertina destûrê pêk were jî divê bi referandûmekê gel biryara vê yekê bide: “Divê birêvebirina dualî ji holê were rakirin. Eger Serokkomariya bi partî hebe, ev dibe wek cerekî pergala Fransî. Li gorî min, ev jî wê hêzeke cûda bide pergalê.”

Opozîsyon bi awayekî tund li hemberî vê daxwaza erokkomar sekinî. CHPê diyar kir ku bi vê pergalê wê cudabûna hêzan ji holê rabe. Cîgirê Serokê Koma CHPê Levent Gok di daxuyaniya xwe ya li Parlamentoyê de rexneyên giran li gotinên Erdogan girtin ku dibêje birêvebirina dualî bi kêr nayê: “Gava ew dibêje birêvebirina dualî, yek ji kesên birêve dibe serokkomar bi xwe ye. Yê dî jî Serokwezîr e. Gelo Serokwezir çi dibêje. Gelo di navbera we de -wekî me beriya niha got lê belê we qebûl nekir- pirsgirêk heye ? Çi ye ev pirsgirêk.?

Partiyên opozîsyonê bi biryar li dijî pergala serokatiyê disekinin. Lê belê derbarê destûra nû de, dixwazin azadî, mafên mirovan û demokrasî bingeh were girtin û li gorî vê yekê çi guhertin çêbibe ew dê piştgiriya wê bikin.