YPG: Di Mijdarê de 44 çekdarên DAIŞê hatine kuştin

Navenda Ragehandina YPG bîlançoya meha Mijdarê aşkere kir.

K24- Qamişlo

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragehand ku, di Mijdara borî de 44 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Navenda Ragehandina YPG di daxuyaniyekê de îşev, 6ê Kanûnê, bîlançoya meha Mijdarê belav kir.

Li gor daxuyaniyê, di operasyon û şerên cuda de, 44 çekdarên DAIŞê hatine kuştin ku termê 7 ji wan di dest YPG de û 2 çekdar jî dîl hatin girtin, lê nansameya her duyan nehatiye diyarkirin.

YPG diyar kiriye jî ku, di Mijdarê de wan 11 operasyon li dijî DAIŞê kirin, 12 pevçûnên rasterast çêbûne.

Ji encma wan şer û pevçûnan jî, 15 şervanên YPG şehîd bûne.

Daxuyaniyê diyar kiriye jî ku, Artêşa Tirkiyê 13 caran êrîşî pêgehên wan kiriye.