Geştên esmanî yên Kurdistanê dîsan hatin ragirtin

Hat ragehandin ku bi hinceta Rûsya ji deryaya Qezwîn mûşekan diavêje baregehên DAIŞê yên li Sûriyê, ev biryar hatiye wergirtin.
kurdistan24.net

K24 - Hewlêr

Hat ragehandin ku bi hinceta Rûsya ji deryaya Qezwîn mûşekan diavêje baregehên DAIŞê yên li Sûriyê, ev biryar hatiye wergirtin.

Desthilata Firokewanî ya Iraqê bi biryarekê, geştên esmanî li herdu firokxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê ragirtin.

Desthilata Firokewaniya Iraqê, rêveberiyên herdu fiokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê agahdar kir ku, bi sedema avêtina mûşekên Rûsya ji deryaya Qezwîn bo ser baregehên DAIŞê yên li Sûriyê, geştê esmanî (çûn û hatin) li herdu firokxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê bo 48 saetan hatiye rawestandin.

Li gor zanyariyan biryara ragirtina geştên esmanî ji seet 11ê şeva 6 Kanûnê heta 11ê şeva 8 Kanûnê dê berdewam bike.

Di 23ê Mijdara borî de jî, hikûmeta Iraqê bi heman hincetê geştên esmanî bo 48 saetan li firokxaneyên Herêma Kurdistanê ragirtibû.