Australiya şervanekî YPG binçave dike

Parêzerê wî dibêje ku proseya lêkolînê ligel berdewam e, lê niha ew vegeriyaye mala xwe.

K24- Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Australlia welatiyekî xwe bi hiceta ku bi kurdan re şerê li dijî çekdarên DAIŞê kirye girtin.

Welatiyê Australliayê bi nave Ashley Daipal ku temenê wî 23 sal e beriya niha AEmanyeyê ew derkiribû û bo welatê wî hatibû şandin.

Piştî li Daipal bo welatê xwe hat vegerandin, dezgehên ewlekarî yên Australiyeyê ew binçav kirin.

Dê û bavê Ashley daxwaz ji Hikûmeta Ausrtaliyeyê kirin ku bi çave rehmê li kurê wan binêrin û wî ji wî welat dernexin.

Parêzerê wî ciwanî piştî lêpirsîna polîsan diyarkir ku mwekilê wî bi ti tawanê nehatiye tohmetbarkirin û kariye wî berde.

Tê zanîn ku welatê Australiyeyê yek ji endamên hevpeymaniya navdewletî bi serokatiya Amerîka li dijî DAIŞê ye, li gor rayedarên wî welatî 110 welatiyên wan tevlî rêxistina DAIŞê li Iraq û Sûriyê bûne.