Pisporekî Amerîkî: Rewş di berjewendiya Kurdan de ye
K24 – Hewlêr
Pisporê Karûbarê Rojhilata Navîn David Pollock ragehand ku Rûsya û Îran bi ketina Esed dişikin û ew vê şikestinê jî qebûl nakin. Derbarê Kurdan de jî tekez kir ku nexşeya herêmê tê guhertin û rewş di berjewendiya Kurdan de ye.
Pisporê Karûbarê Rojhilata Navîn David Pollock, şevê din beşdarî bultena saet 7 a K24ê bû û derbarê geşepêdanên Rojhilata Navîn de got: "Em hemû berjewendiyên me yên hevbeş hene û dive em şerê DAIŞê bikin. Amerîka naxwaze tu tevlîhevî an aloziyek di navbera Iraq, Tirkiye û Herêma Kurdistanê de derkeve."
Pollock wiha axifî: "Dibe ku Tirkiyeyê bê hevahengiya ligel hikûmeta Iraqê hêz şandibe navçeyê û evna jî bûye sedema aloziyê, ya baş ew e Tirkiye bi fermî daxwazê ji Bexdayê bike û Bexda jî li ser şandina hêzê razî be."
Derbarê hatina Rûsyayê bo piştgirîkirina Beşar Esed de jî, Pollock nerînên xwe wiha anîn ziman: "Rûsî tenê bo piştevaniya Esed hatine û armanca wan ne jinavbirina DAIŞê ye, gelekî dixwazin Esed wek dîktatorekî li navçeyê zindî bikin û bi vêna jî wan DAIŞ bihêztir kiriye."
Pisporê Karûbarê Rojhilata Navîn David Pollock wiha dirêjî bi axaftina xwe da: "Desttêwerdana Rûsyayê rewş xirabtir kiriye û ne piştrast im jî ku bikaribin bi asanî ji Rûsyayê fam bikin, bi taybetî ji Vîladîmîr Pûtîn, lê ya zelal ew e ku mebesta Rûsya û Pûtîn dixwazin Esed bimîne."
Pollock da zanîn ku bi her awayekî be Rûsya û Îran dixwazin Esed li ser desthilatê bimîne û li gor wan ketina Esed têkçûna berjewendiyên wan e, ji ber Îran eşkere dibêje Esed xeta sor e û Pûtin bi xwe jî evna gotiye.
Derheqa Kurdan de jî Pollock got: "Bêguman nexşeya siyasî ya navçeyê tê guhertin û Kurd sûdê jê werdigirin, di wê rewşa nû de û niha jî hevkarî, piştevaniya siyasî û leşkerî bo Kurdan di rojevê de ye."
David Pollock, nîgeraniya xwe jî anî ziman ku li Bakurê Kurdistanê rewşa siyasî û ewlekariyê aloz bûye û li gor wî dive Tirkiye jî proseya çareseriya pirsa Kurd dîsan bixe rojevê û ev pirsa han bi rêyên aştiyane were çareserkirin.