Naveroka serdana Mesûd Barzanî bo Tirkiyê

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî sibe serdana Tirkiyê dike û ligel rayedarên dewleta Tirk çend pirs û dosyayên gelekî girîng gotûbêj bike.

K24 – Hewlêr

Biryar e sibe Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serdaneke fermî ber bi Tirkiyê bikeve rê û ligel rayedarên dewleta Tirk çend pirs û dosyayên gelekî girîng gotûbêj bike.

Li gor çavkaniyeke nêzîkê Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî di vê serdana xwe de ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu dicive û eger heye berpirsên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bibîne.

Di vê derbarê de wê çavkaniyê ji heftenameya Basê re got: "Ev serdana Barzanî, berdewamiya wan hewlên diplomatik e ku demek dibe Barzanî ji bo yekxistina eniya hevpeymaniya dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê dest pê kiriye. Ji ber li gor Barzanî, hebûna eniyeke nerînên cuda û berbelav di şerê dijî teror û DAIŞê de, ketiye berjewendiya DAIŞê û bandoreke wê ya xirab heye, evna ji xeynî wêya ku çend welatên nû jî hatine nav hevpeymaniyê û pêdivî bi bihêzkirina vê eniyê heye. Her di vê çarçoveyê de Barzanî hewl dide wê tevlîheviyê jî aram bike ku demeke ji ber nakokiyan navçe dinalîne."

Derbarê mijarên din ên serdana Barzanî de jî heman çavkanî wiha axifî: "Bihêzkirina peywendiyên siyasî û aborî yên di navbera herdu aliyan de ye, nexasim di vê demê de ku medya Tirkiyê qala wê yekê dike gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê cihê wê gaza xwezayî digirire ku ji Rûsya bo Tirkiyê dihat."

Wê çavkaniyê da zanîn ku Barzanî di vê serdanê de dosyayeke din gelekî girîng ligel rayedarên Tirkiyê gotûbêj dike û wiha pêde çû: "Evna jî destpêkirin û aktîfkirina proseya aştiyê ye, nexasim behskirina qonaxa pêkanîna hikûmeta nû ya Tirkiyê, ji ber niha bi sedema nakokî û şerê navbera PKK û artêşa Tirk de, prose di ware pratîkî de rawestiya ye."

Li gor wê çavkaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê daxwazê ji Tirkiyê dike ku deriyên xwe li ber herdu bajarên Rojavayê Kurdistanê Kobanê û Efrînê veke û alîkariya aborî pêşkêşî daniştvanên wan bajaran bike ku niha ji ber şer di rewşeke gelekî dijwar de ne.

Li ser heman mijarê çavdêrê siyasî yê nêzîkê PKKê Mihemed Emîn Pênciwênî jî got: "Ev pêngava Barzanî hewldaneke erênî û baş e, hem bo Tirkiyê û hem jî bo Kurdên Bakurê Kurdistanê. Zindîkirina proseya aştiyê, niha bo Bakurê Kurdistanê û dewleta Tirkiyê ji hemû demên din pêwisttir e."

Pênciwênî bal kişand ser role girîng ê Barzanî di demên borî de û wiha axifî: "Di pêşxistina proseya aştiyê de berî niha rolekî baş ê Serokê Herêma Kurdistanê hebû, em hêvîdar in di vê serdanê de jî bandoreke wî ya zêde li ser vê pirsê hebe. Herwiha mifteya proseya aştiyê li ba Ocalan e û eger Barzanî bikaribe rê xweş bike bo destpêkirina hevdîtinên ligel Ocalan, prose bi awayekî baş zindî dibe."

Bi baweriya Mamostayê Zanistên Siyasî li Zanîngeha Selahadîn Dr. Ebdûlkerîm Xesro jî, pêdiviya qonaxa niha bi peywendiyên berdewam heye, bi taybetî jî bo Herêma Kurdistanê ku raste rast şerê DAIŞê dike.