Civîna Barzanî ligel Davutoglu

Serokê Herêma Kurdistanê berê ligel Serokomarê Tirkiyê civiya bû.
kurdistan24.net

K24- Enqere

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ligel Serokwezîrê Tirkiyê, Ahmed Davutoglu di civînê de ye.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24, civîn beriya demekê dest pê kiriye.

Barzanî îro bi serokatiye şandeyeke payebilind gihabû Tirkiyê.

Beriya civîna ligel Davutoglu, Barzanî ligel Serokomatê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan civiya bû.

Peyamnêrê me ji nêzîk koşka serokatiyê ya Tirkiyê diyar kir ku, dê birsên girîng ên di rojevê de navbera Barzanî û Davutoglu de were gotûbêjkirin.