HDP: Rola Barzanî di çareserkirina pirsa Kurd de girîng e
K24 – Diyarbekir
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Diyarbekirê Omer Onen, serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî nirxand.
Onen, ragihand ku rol û mîsyoneke girîng ya Barzanî di çareserkirina pirs Kurd û aloziyên li Bakurê Kurdistanê de heye.
Onen, behsa hevditînên di navbera rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê Abdullah Ocalan û rayedarên dewleta Tirkiyeyê jî kir û xwest ku Barzanî sebebê xetimandina hevditinên çareseriya pirsa Kurdî ji rayedarên Tirkiyeyê bipirse.