Barzanî: Herdem pêdiviya me û Tirkiyê bi hev heye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand ku ligel rayedarên paye bilind ên Tirkiyê tekez li ser rêkeftin û hevkarîkirina hevdû kirine.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand ku ligel rayedarên paye bilind ên Tirkiyê tekez li ser rêkeftin û hevkarîkirina hevdû kirine û got: "Her dem pêdiviya me û Tirkiyê bi hev heye, hemû welatên din jî yên beşdar di şerê DAIŞê de wek dostê xwe dibînin. Tirkiye bo hemû karekî jî amade ye hevkariyê bike."

Serok Barzanî diyar kir ku yekem car e Alaya Kurdistanê di civînan de bi fermî ligel ya Tirkiyê hatiye danîn. Derheqa pirsgirêka navbera Bexda û Enqerê de Barzanî wiha axifî: "Em ne aliyekî vê pirsgirêkê ne û berî serdana xwe y abo Tirkiyê ez bi telephone ligel Serokwezîr û Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê axifîm û îro jî şandeke girîng a Tirkiyê li Bexdayê ye û hêvîdar im pirsgirêk bên çareser kirin."

Derbarê proseya aştiyê li Tirkiyê jî Barzanî got: "Em dixwazin prose berdewam be."  Li ser guhertina siyaseta Tirkiyê derbarê doza Kurd de Barzanî, behsa nameyeke Barzaniyê nemir kir û wiha axifî: "Di salên 60î de Barzanî nameyek bo Neteweyên Yekbûyî nivîsî bû û name bo Tirkiyê jî êandiye, lê serokê wê demê yê Tirkiyê bersiv nedaye, niha li wê koşkê pêşwaziyê li me dikin, evna li ba min guhertineke mezin e."