"Danîna Alaya Kurdistanê guhertineke mezin e di siyaseta Tirkiyê de"

Prof. Dr. Ebas Welî, ragehand ku danîna Alaya Kurdistanê di dema civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Tirkiyê de, guhertineke mezin e di siyaseta Tirkiyê de.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Mamostayê zanîngehê û şarezayê di ware Tirkiyê de Prof. Dr. Ebas Welî, ragehand ku danîna Alaya Kurdistanê di dema civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu de, guhertineke mezin e di siyaseta Tirkiyê de.

Ebas Welî beşdarî bernameyê Mijara Rojê ya Kurdistan24ê bû, got ku guhertinên li navçeyê û bi taybetî jî pêşveçûnên li Sûriyê, wiha kiriye ku Tirkiye bi awayekî din tevbigere û polîtîkayên xwe biguher.

Derheqa krîza Sûriyê û hatina Rûsyayê bo navçeyê de, Ebas Welî wiha axifî: "Pêdiviya Tirkiyê bi Kurdistanê heye, herwiha pêdagiriya Tirkiyê bo pêkanîna navçeyeke aram li Sûriyê, Tirkiye neçar kiriye ku siyaseta xwe biguhere."

Li gor Prof. Dr. Ebas Welî, heta niha peywendiyên navbera Kurdistan û Tirkiyê negehiştine astê peywendiyeke stratejîk û wiha dibêje: "Dema DAIŞ 20 kîlometreyan dûrî Hewlêrê bû Tirkiye bê helwêst bû û berevanî li Hewlêrê nekir."