Dengvedana hatina Serokê Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê

Pisporên Rojhilata Navîn hatina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi êrenî dinixîn. Pisporan diyar kirin ku divê Tirkiyê û Herêma Kurdistanê di mijarên wek aborî, diplomasî û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê hevkar bin.

K24 – Enqere

Pisporên Rojhilata Navîn hatina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi êrenî dinirxînin. Pisporan diyar kirin ku divê Tirkiyê û Herêma Kurdistanê di mijarên wek aborî, diplomasî û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê hevkar bin.

Di 9'ê Kanûnê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Tirkiyê kir. Pisporan giringî dan Serdanê û diyar kirin ku Tirkiyê pêwistiya têkiliyên baş ligel Herêma Kurdistanê heye.

Prof. Dr.Sûha Bolûkbaşoglu derbarê vê mijarê ji K24ê re axivî: "Têkiliyên Tirkiyê û Iraqê ne gelekî xurt e. Lê bi vê serdanê wê baştir bibe. Ji aliyên din ve, Barzanî bo balansa hêzên li Iraqê, bo parastina hêza xwe ya li wê derê û rola xwe ya li Iraqê biTirkiyê hewceye. Demaku em divê çareçoveyê de binerin Tirkiye û Herêma Kurdistanê hewceyî hevdu ne."

Pisporê Rojhilata Navin Prof. Dr. Abdullah Eravcıjî da zanîn ku piştî pirsgireka Mûsilê hatina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gelekî baş bû û got: “ Li Rojhilata Navîn şerekî mezin heye û tê xuyakirin ku dê ew sere gûrtir bibe, ji ber vê yekê bo çareserkirina pirsgirekan, hevdîtinên bi vî rengî gelekî girîng e. Di vê çarçoveyê de serdana Barzanî jî gaveke mezin e.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Tirkiyê de bi Serokomar Recep Tayyip Erdoğan, Serokwezîr Ahmet Davutoğlu û şandeyên partiyên Bakûrê Kurdistanê û parlamenterên berê yên Kurd re hevdîtin pêk anîn.