Li Zanîngeha Mêrsînê xwendekarên Tirk û Kurd şer dikin

Li Tirkiyeyê Zanîngeha Mêrsînê di navbera xwendekarên Tirk û Kurdan de şer derket û 38 xwendevan hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyeyê Zanîngeha Mêrsînê di navbera xwendekarên Tirk û Kurdan de şer derket û 38 xwendevan hatin binçavkirin.

Li zanîngeha Mêrsînê komek xwendekarên Tirk bi boneya salvegera mirina nivîskar Huseyîn Nîhal Atsiz, ku ji aliyê nijadperestan ve tê hezkirin, çalakiya bîranînê lidarxistin.

Lê nêzikê 200 xwendekarên çepgir û Kurd li hemberî bîranînê nerazîbûn nîşan dan. Piştre xwendekarên zanîngeha Mêrsînê bi hev ketin û di encamê de gelek xwendekar birîndar bûn û 38 xwendevan jî hatin binçavkirin.

Heman rojê li Zanîngeha Çukurova ya Edeneyê jî şer hebû. Komek nîjadperest êrîşî xwendevanên Kurd kirin 3 xwendekar birîndar bûn.