Beşar: Emê şerekî tund bikin bo çespandina mafê Kurdan di Sûriyê de
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamekî Kurd di Kongreya Riyadê radigehîne ku emê şerekî siyasî yê tund bikin bo çespandina mafê gelê Kurd di destûra Sûriya bê de.
Endamê Kurd ya desteya destnîşankar di Kongreya Riyadê Ebdilhekîm Beşar îro tevlî bultena K24ê bû û ragehand ku Kongreya Riyadê ji bo yekirina nêrînên opozîsyonê bû û avakirina komîteyekê bo danûstandinê bi rêjîmê re bike, Bû.
Derbarê beşdarbûna hêzên çekdar ên îslamî û helwêstên wan di kongreyê de, Beşar got jî, di kongreyê de 13 hêzên çekdar qebûl kirine ku çareseriyeke siyasî ji Sûriyê were dîtin.
Kongreya Riyadê roja 8 Kanûnê, aliyên opozîsyona Sûriyê (opozîsyona hundir, opozîsyona derve û opozîsyona çekdar) li paytexta Erebista Siûdiyê, Riyad, dest bi kongreyê xwe kirin.
Derbarê mafê Kurdan di kongreya Riyadê de, Beşar got: “Di qonaxa veguhêz de emê şerekî siyasî yê tund bikin bo çespandina mafê gelê Kurd di destûra Sûriyeya bê de.”
Beşar diyar kir ku, biryar e berya civîna New Yorkê ya di 18 vê mehê de, civînek li Urdinê were kirin bo diyarkirina hêzên çekdar yên tundrew di Sûriyê de.
Derbarê ne vexwandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) BO Kongreya Riyadê de, Beşar got ku, PYD wek ser bi rêjîma Sûriyê ve naskirin, lewre nehat vexwandin.