Joe Biden ji hatina hêza Tirkiyê bo Mûsilê nerazî ye

K24 – Navenda Nûçeyan
Hat ragihandin ku Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden bi rûya telefonê ligel Serokwezîrê Tirkiyê axifiye û nerazîbûna xwe ya li ser hatina hêza Tirkiyê bo Mûsilê gihandiye Davutoglu.
Li gor rojnameya Hurriyetê ya Tirkiyê, Cîgirê Serokê Emerîkayê Joe Biden ji ber helwesta Tirkiyê ya li Mûsilê nerazîbûn nîşan daye. Joe Biden ji Ahmet Davutoglu re gotiye ku ew aciz e Tirkiyê bêyî destûra Bexdayê hejmara leşkerên xwe yên li Mûsilê zêde kiriye.
Serokwezîrê Tikriyê Ahmet Davutoglu di 11ê kanûnê de li ser mijarê axivî bû. Davutoglu gotibû ji berê de dihat zanîn ku ew leşkerên xwe dişînin Mûsilê û hikûmeta Bexdayê ne bi serê xwe ye, aliyekî dî ji hebûna leşkerên wan aciz e.