Serkirdeyekî YNK: Em ji bo 2 mebestan çûn Bexdayê

Mela Bextiyar beşdarî civîna her 3 serokatiyên Iraqê ligel aliyên siyasî bibû.

K24- Silêmanî

Serkirdeyekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) diyar dike ku, şandeya wan bo 2 mebestan serdana Bexadyê kiriye.

Endamê Serkirdayetiya YNKê, Arêz Abdulla di daxuyaniyekê de ji K24 re ragihand ku, şandeya wan li Bexdayê ligel çend aliyên siyasî civiya ye.

Abdulla amaje bi mebesta duyem ya serdana şandeya YNKê bo Bexdayê kir û got: “Kek Mela Bextiyar jî berşdarî civîna her 3 serokatiyên Iraqê ligel aliyên siyasî bû.”

Derbarê naverok şandeya YNKê ligel aliyên siyasî yên Iraqê, Abdulla got ku, wan behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê kiriye, ji bo asayîkirina pêwendiyên navbera her du aliyan.

Wî serkirdeyê YNKê amaje kir jî ku, dê ew serdana wan ya bo Bexdayê bibe wêstgihek ji bo asayîkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê.