Amerîka pêşwazî li biryareke Tirkiye dike

K24- Navenda Nûçeyan
Amerîka pêşwazî li vekişandina hêzên Tirkî ji Iraqê dike.
Koşka Spî di daxuyaniyekê de ragihand ku, Cîgirê Serokê Amerîka, Joe Biden di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokwezîrê Tirkiyê, Ahmed Davutoglu got ku, vekişandina hêzên welatê navvborî ji Iraqê “gaveke girîng e ji bo aramkirina rewşê.”
Biden daxwaz ji Davutoglu kiriye jî ku, Tirkiyê bêhtir alîkarî û hevkariya Iraqê bike.
Cîgirê Serokê Amerîka pêşwazî jî li biryara Tirkiyê bi vekişandina hêzên xwe ji navenda perwerdeyê li Başîqayê kir.
Herwiha tekez kir ku, divê şandina her hêzeke bejayî piştî rezamendiya Iraqê be.
Piştî ku Tirkiyê hêzên xwe yên bejayî şandin Başîqaya sînorê Mûsilê, Iraqê ew pêngav bi binpêkirina swereriyê da zanîn û daxwaza vekişandina demlidest a wê hêzê kir.