Hewlêr serê salê pîroz nake

JI ber krîza darayî û şerê li dijî DAIŞê, ev du salin ku hikûmeta xwecihî ya Hewlêrê ahengên serê salê lidar naxe.

K24- Hewlêr

Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê ragihand ku, bo cejna serê sala 2016, li bajarê Hewlêrê wê ti çalakî yan jî ahengek neyê lidarxistin.

Hewlêr weke sala borî, îsal jî aheng û çalakiyên serê salê pêk nayêne. Ev du sal in, ji ber şerê li dijî terorê û ewlekariya canê welatiyan û krîza aborî, sersal bi girseyî nayê pîrzo kirin.

Derbarê mijarê de Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê Tahir Ebdulah bo BasNewsê got; ‘’Îsal jî weke sala borî, ti aheng û çalakiyek bo pîrozkirina serê salê nayê lidarxistin.’’

Abdulah ragihand ku sedema vê yekê jî şerê li dijî terorê, ewlekariya canê welatiyan û herwiha krîza darayî ye ku hikûmet bernameyên ahengan ragirtiye.

Tahir Ebdulah diyar kir ku, dê welatî li salon û holan serê salê pîroz bikin lê di bernameya parêzgariyê de jî pîrozbahî nîne.