Guftûgoya sîstema Serokatiyê dîsa ket rojeva Tirkiyê

Serokomarê Tirkiyeyê dibêje ji bo ew bikaribin Tirkiyê pêşve bibin divê derbasî sîstema serokatiyê bibin. Le Cigîrê Serokê Giştî ya CHPyê daxuyaniyên Erdogan rexne kir û got Tirkiye îro di nav behra xwînê de maye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê dibêje ji bo ew bikaribin Tirkiyê pêşve bibin divê derbasî sîstema serokatiyê bibin. Le Cigîrê Serokê Giştî ya CHPyê daxuyaniyên Erdogan rexne kir û got Tirkiye îro di nav behra xwînê de maye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di vegera xwe ya Tirkmenîstanê di firokeyê de pirsa rojnamevanan bersivand û daxwaza xwe ya anîna sîstema serokatiyê dîsa anî zimên.

Erdogan got sîstema serokatiyê derbarê biryar sitandin û rêveberinê de ji sîstema parlementeriyê bikêrtir û asantir e. Lewra ew dixwazin derbasî sîstema serokatiyê bibin.

Serokomar Erdogan derbarê guhartina destûrê de jî ragihand ku partiyên rexnegir û hikûmet ger dest bidin hevûdu dikarin destûreke nû çêbikin. Dikarin biçin gel û bidin dengdayînê. Her wiha dikarin sîstema serokatiyê jî ji gel bipirsin. Ger ko xelk bipejirîne ewê vê sîstemê bînin.

Cigîrê Serokê Giştî yê CHPyê Sezgîn Tanrikulu li ser banga Erdogan nerazîbûn nîşan da. Tanrikulu got “Ma gelo teqîna Pirsûs û Enqereyê ji tinebûna sîstema serokatiyê û nekarîna standina biryarên bilez rû dan?” Tanrikulu da zanîn ku li Tirkiyê mafê mirovan tê binpêkirin û ew ji pêvajoyeka awarte derbas dibin. Ji ber vê yekê niha sosret e ku guftûgoya sîstema serokatiyê bikeve rojevê.

Di Parlementoya Tirkiyê de AK-Partî xwedî 317 kursîyan e. Ew ji bo bikaribe destûrê biguherîne û sîstema serokatiyê bîne divê piştgiriya 367 parlementeran bistîne. Ji bo bikaribe guhertina destûrê jî bibe dengdayîna gel jî pêwîst e herî kêm 330 parlementeran re lihev bike. Lê ji daxuyaniyên Sezgîn Tanrikulu xuya dike ku CHP piştgririya AK-Partiyê nake.