Obama: Pêşmergeyan tevgera DAIŞê sînordar kirine
.jpg)
K24- Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîkayê Barack Obama diyar kir ku, serkeftinên Pêşmerge bandoreke mezin li ser tevger û êrîşên DAIŞê kiriye.
Piştî civîna Serokê Amerîka ya ligel wezîr û berpirsên pilebilind ên leşkerî yên Wezareta Bergirî ya Amerîkayê, Obama behsa girîngiya serkeftinên Pêşmerge li dijî DAIŞê kir.
Obama ragihand ku hêzên hevpeymanan, yek bi yek serkirdeyên DAIŞ'ê dikuje û serkêşên rêxistina terorê êdî nikarin xwe veşêrin.
Barak Obama soza alîkariya zêdetir bo wan hêzên li dijî DAIŞê şer dikin da û amaje bi Hêzên Pêşmerge jî kir.
Serokê Amerîkayê diyar kir ku hewlên hevpeymanan û êrîşên esmanî bi tenê, ji bo jinavbirina DAIŞê têr nakin û diyar kir ku şerê bejayî jî li Sûriyê û Iraqê, rêxistina DAIŞê bê hêz kiriye.
Obama rizgarkirina Şengalê ji aliyê pêşmerge ve jî giring bi nav kir û diyar kir ku piştî rizgarkirina Şengalê, hêz û çalakiyên DAIŞê jî kêm bûne.