Başîk: Pêşmergeyan 2 êrîşên berfireh ên DAIŞê têkşikandin

Di her du êrîşan de çekdarên DAIŞê têkşikestin û reviyan
kurdistan24.net

K24- Hewlêr

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê 2 êrîşên berfireh ên DAIŞê têkşikandin û ziyanên mezin gihandin wan.

Çavkaniyeke leşkerî li eniya Başîkê ji K24 re diyar kir ku, di êrîşa yekem de Pêşmergeyan hemû otomobîlên bombekirî yên DAIŞê jinav birin.

Piştî wê şikestina wê hewldanê, çekdarê DAIŞê îro danê êvarî hewla êrîşeke din dan, lê Pêşmergeyan bi tundî bersiva wan dan û ziyanên madî û mirovî yên mezin gihandin wan, çekdarên mayîn jî reviyan.

Li Çiyayê Zerdik jî, DAIŞê xwe êrîşî pêgehên Pêşmergeyan bike, lê di wê hewldanê de şikest xwar.

Êrîşê DAIŞê bi xweteqandina çend xwekujekî dest pê kir, ku xwe li gundê Gul Mihemedî nêzîk pêgehên Pêşmergeyan teqandibûn.