Dîmenên sengerên berevaniyê piştî têkbirina DAIŞê

Li gor agahiyên ku fermandeyên Hêzên Pêşmerge dane K24ê, di encama şerê doh de, nêzîka 100 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Tîma kanala Kurdistan 24ê li eniya Naweran bi ji nêzîk ve serkeftina Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê şopand û bi rêya K24ê welatiyên Kurdistanê yekem dîmenên şerê berevaniyê yê Pêşmergeyan dîtin.

Li gor agahiyên ku fermandeyên Hêzên Pêşmerge dane K24ê, di encama şerê doh de, nêzîka 100 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û nêzîka 15 otomobîlên bombekirî yên wê rêxistinê jî hatine teqandin.

Her di vê çarçoveyê de, şevê din Ragehandina Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî daxwiyaniyek belav kir û têde wiha tê gotin: "Doh danê êvarê terorîstên DAIŞê bi hêzeke zêde ji sê aliyan ve li eniya Naweran êrîşî çeperên Pêşmergeyan kirin û Pêşmergeyên qehreman jî bersiva wan dan û piştî sê saetan şer karîn ji her sê aliyan ve êrîşê vala derxînin."

Daxwiyanî wiha berdewam dike: "Di encama wî şerî de hejmareke zêde ya terorîstên DAIŞê hatine kuştin û birîndar kirin û bi dehan term jî li pey xwe hiştine. Niha ew term di destê Hêzên Pêşmerge de ne û sê otomobîlên leşkerî yên corê Humer û dozerek jî li pey xwe hiştine."

Ji aliyê din ve Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê dastanên doh yên Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û şikestina çekdarên DAIŞê de, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de behsa hûrgiliyên serkeftinên Pêşmergeyan yên doh tê kirin. Li gor daxuyaniyê, Hêzên Pêşmerge li çend eniyên cuda êrîşên DAIŞê têkşikandin, zêdeyî 70 terorîst hatin kuştin û 11 otomobîlên bombekirî hatin teqandin. Êrîşên çekdarên DAIŞê li eniyên  Naweran, Başîk, Til Eswed, Xazir û Çiyayê Zerdik bûn, lê hemû êrîş hatin têkşikandin.