Li Tirkiyê têkoşîna li dijî gengeliyê

Di ser lêpirsîna gengeliyê ya Tirkiyê re 2 sal derbas dibe. CHPê pêşniyareke balkêş da parlamentoyê.

K24 – Enqere

Di ser lêpirsîna gengeliyê ya Tirkiyê re 2 sal derbas dibe. CHPê pêşniyareke balkêş da parlamentoyê. Li gorî vê pêşniyarê tê xwestin ku hefteya 17 û 25ê Berfanbarê bibe hefteya têkoşîna li dijî gengeliyê.

Pêşniyar ji aliyê Alîkarên Serokê CHPê Sezgin Tanrıkulu û Veli Ağbaba hat amadekirin. Di pêşniyarnameyê de wiha tê gotin: “Di encama lêpîrsîna 17 û 25 Berfanbarê de 4 wezîran îstifa kirin, têkiliyên berfireh ên gendeliyê hate lêpirsînkirin. Agahiyên lêpirsîna gengeliyê belav bû ev di raya giştî de bû cihê nerazîbûnê. Lê belê lêpirsîn ji aliyê hikûmetê ve hate astengkirin û ev yek di raya giştî de bû cihê ne baweriyê. Ji bo baweriya gel a ji dewletê, pêdivî bi sererastkirinên yaseyî heye.”

Piştî operasyonên gendeliyê hikûmetê îdia kiribû ku armanca operasyonan hilweşandina hikûmetê ye û ji ber wan operasyonan nerazîbûna xwe nîşan dabû.