YNK: Ku PDKê dewleta serbixwe ragihîne emê kêfxweş bin

Mela Bextiyar diyar kir ku, ew piştgiriya ragihandina dewleta Kurdî dikin.

K24- Navenda Nûçeyan

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtbîroya YNKê got ku, eger PDK serxwebûna Kurdistanê ragihîne ewê bi wê yekê kêfxweş bibin.

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtbûroya YNKê, MEla Bextiyar beşdarî merasîmekê di bin navê ‘’Serxwebûna Kurdistanê, şkestina dirokî û erkên îro’’ de li bajarê Silêmanî hat darxistin, bû û gotinekê pêşkeû kir û got; ‘’Em pê keyfxweşin ku Partiya Demokratê Kurdistan (PDK) serxwebûna Kurdistanê ragihîne û em keyfxweş in ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî bi wî erkê rabe.’’

Di berdewama gotina xwe de Mela Bextiyar diyar kir ku; ‘’Her aliyek serxwebûna Kurdistanê ragihîne emê li gel bin û pêşewaziyê lê bikin.”

Mele Bextiyar herwiha got ku ew gelek kêfxweş bûye ku di dema seredana Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bo Tirkiyê,  alaya Kurdistanê bi fermî hatiya bilindkirin.