Li Bakurê Kurdistanê Roja Alaya Kurdistanê bi coş hat pîrozkirin

Roja Alaya Kurdistanê, li seranserê Kurdistan û deverên cîhanê yên ku Kurd lê dijîn bi kelecan û dilxweşî hat pîroz kirin.

K24 - Diyarbekir

Roja Alaya Kurdistanê, li seranserê Kurdistan û deverên cîhanê yên ku Kurd lê dijîn bi kelecan û dilxweşî hat pîroz kirin. Li Bakurê Kurdistanê jî partî û rêxistinên siyasî, bi daxuayniyeke hevbeş, roja Alaya Kurdistan pîroz kirin. Partiyên Kurdistanî behsa dîroka Alaya Kurdistanê kirin û hêvî kirin ku li hemû aliyên Kurdistanê bê berba kirin.

7 partî û rêxistinên li Bakurê Kurdistanê roja Alaya Kurdistanê pîroz kirin û bal kişandin ser wê yekê ku Alaya Kurdistan di sala 1919an de ji aliyê Teşkîlata Îctimaî Cemiyeta Kurdan ve li Bakurê kurdistanê hatiye diyar kirin û di 1920an de jî bi biryar hatiye pejirandin. Hat gotin ku Alaya rengîn bi guhêrînên biçûk li Komara Mahabadê û li Kurdistana Fedral jî wek remza neteweyî hatiye berba kirin.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk dazanîn ku divê her Kurdek li Alaya Kurdistan xwedî derkeve û hewla azadiya wê bide. Ozçelîk bang li Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hikûmeta Tirk jî kir ku dest ji siyasetên tund berde û bi diyalog û danûstandinan pirsa Kurd û Kurdistanê bê çareser kirin.  

Seroka Jînên Kurdistanî li Swedê (FKKS) Seyran Duran jî beşdarî pîrozbahiyê bû û şanaziya xwe ji bo pîrozbahiya Alaya rengîn anî ziman. Endam û rêvebirên Komeleya Ciwanên Kurdistanê jî Alaya Kurdistanê û berhemên ku rengên wê li ser hatibûn neqişkirin li kolanan belav kirin.

Di sala 1999an de hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja 17ê meha diwazdehan, yasayek derxist û ev ala wek alaya fermî ya Herêma Kurdistanê pejirand. Sala 2009ê jî Parlamentoya Kurdistanê bi yasayekê roja 17ê meha 12an wek Roja Alaya Kurdistanê destnîşan kir. Loma her sal roja 17ê meha diwazdehan wek “Roja Alaya Kurdistan” tê pîroz kirin.