Li Nisêbînê qedexe demkî hat rakirin

Qeymeqamiya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya derketina derve îro tenê bo 7 saetan rakir.

K24 - Mêrdîn

Qeymeqamiya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya derketina derve îro tenê  bo 7 saetan rakir.

Qedexeya derketina derve ji 14ê vê mehê ve li Nisêbînê hatibû ragihandin. Qeymeqamiya navçeyê ragihand ku, li Taxên Evdilqadir Paşa, Firat, Yenîşehîr û Dîcleyê ji saet 09.00ê heta 16.00ê ji ber ku welatî pêdiviyên xwe yên jiyanê bikirin hatiye rakirin.

Ji hêla din ve li Sûra Diyarbekirê, li Kerborana Mêrdînê û li Cizîr û Silopi yên Şernexê qedexeya derketine kuçe û kolanan berdewam e. Li gorî daxuyaniyên fermî di 3 rojên dawî yên pevçûnan de ji xwepêşander û sivîlan 27 kesan cana xwe ji dest dane.  

Herwiha îro saet 11.00an Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag dê li Diyarbekirê derbarê bûyerên dawî de kongreyeke çapemeniyê saz bikin.