Sertaç Bucak: Ocalan jî xendekan napejirîne

Serokê PDK–Bakur Sertaç Bucak ragehand ku ew bawer nake Ocalan jî stratejiya xendekan bipejirîne û got: "Stratejî û siyaseta xendekan a Qendîlê ye.''

K24 – Diyarbekir

Serokê Partiya Demokat a Kurdistanê (PDK–Bakur) Sertaç Bucak ragehand ku ew bawer nake Ocalan jî stratejiya xendekan bipejirîne û got: "Stratejî û siyaseta xendekan a Qendîlê ye.''

Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak li ser şerê ku li bajarên Bakurê Kurdistanê di navbera YDG-H û hêzên dewleta Tirk de diqewime ji Sputnik Kurdistanê re axifî û got: "Şerê ku niha li bajarên Kurdan di navbera YDG-H û hêzên dewleta Tirk de berdewam dike ji bo sivîlên Kurd metirsiyeke mezin e. Sivîlên Kurd an tên kuştin an jî koçber dibin. Ev stratejî ji bo Kurdan wê bi ser nekeve. Bi vê stratejîyê Kurd bi her awayî her tiştî wenda dikin.''

Bucak destnîşan kir ku rola serokê PKKê Abdullah Ocalan di çareseriyên aştiyane de heye û wiha axifî: "Ez wiha bawer dikim ku birêz Ocalan jî vê stratejiya xendekan napejirîne. Stratejî û siyaseta xendekan a Qendîlê ye. Banga me li dewleta Tirk ew e ku rê bidin Ocalan û ew jî bi daxuyaniyekê vî şerî bisekinîne. Ji ber di vî şerê ku niha heye de birêz Ocalan jî baş dizane tu berjewendiya miletê Kurd nîne.''

Serokê PDK-Bakur Bucak, axaftina xwe wiha qedand: ‘'Sedema şerê ku niha dewam dike xendek in. Hinek parlamenterên HDP dibêjin ‘Xendek li dijî operasyonên siyasî xweparastin e'. Eger ev parlamenterên HDPê hêviya xwe ji rêyên siyasetê birrîne çima hê di meclîsa dewleta Tirk de ne? Xwezî di serî de biketana koalîsyonê. Ji ber her tişt bi siyasetê hal dibe. Lê ji ber vî şerî ku niha heye fonksiyona parlamenterên HDPê nemaye. Parlamenterên HDPê divê fikr û ramanên xwe rasterast bibêjin, eger siyasetê dixwazin divê li dijî xendekan derkevin. Eger siyasetê naxwazin jî bila meclîsê bicîh bihêlin.''