Xwendekarên Zanîngeha Enqerê operasyonên li Bakur şermezar dikin

Ciwanên Kurdên li Zanîngeha Enqerê bi çalakiyekê operasyonên dewletê yên li bajarên Bakurê Kurdistanê û qedexekirina derketina derve şermezar kirin.

K24 – Enqere

Ciwanên Kurdên li Zanîngeha Enqerê bi çalakiyekê operasyonên dewletê yên li bajarên Bakurê Kurdistanê û qedexekirina derketina derve şermezar kirin.

Xwendekarên Zanîngeha Enqerê li Kampûsa Cebecî kom bûn û bi daxuyaniyekê li dijî zext û fişara dewletê ya li bajarên Kurdan nerazîbûna xwenîşan dan.

Ciwanan bi daxuyaniyekê bal kişandin  ser tundiya dewletê ya li bajarên wek Dêrika Çiyayê Mazî û Nisêbînê, Silopî û Cizîra Şirnaxê û Geverê û paşê çalakiyeke rûniştinê lidar xistin, lê belê rastî destêwerana polîsan hat.

Di navbera ciwan û polîsan de aloziyeke biçûk derket. Piştre ciwanan bi dûrişmên wek, Kurdistan goristan ji bo faşîstan, bijî berxwedana gel meşek lidar xistin.