Mislim: Pêwîst e şaşîtiyên Kongreya Riyadê bêne serastkirin

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) radigehîne ku, ewê piştgîriya biryarên civîna New Yorkê bikin heger di berjewendiya gelê Sûriyê de be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) radigehîne ku, ewê piştgîriya biryarên civîna New Yorkê bikin heger di berjewendiya gelê Sûriyê de be.

Hevserokê PYD Salih Mislim îro ji K24ê re ragehand ku, heger biryarên civîna New Yorkê di berjewendiya gelê Sûriyê de be, ewên piştgîriya wê bikin.

Mislim amaje bi Kongreya Riyadê kir û got, “Di Kongreya Riyadê de hevalbenên rêjîmê û hevalbendên DAIŞê rewatî wergirtin, pêwîst e ku ev şaşîtî jî di civîna New Yorkê de bêne serastkirin.”

Îro li New Yorkê wezîrên 17 welatên Rojava û Rojhilata Navîn ku di nav wan de Amerîka, Rûsya, Tirkiyê, Erebistana Siudiyê û Îranê ve dicivin, bo dîtina çareseriyeke siyasî krêza Sûriyê re.

Herwiha Mislim derbarê êrîşên Rûsyayê de got ku, êrîşên Rûsyayê bo piştgîriya rêjîmê ne, di heman demê de jî li DAIŞê û hevalbendên wê dide, herwiha ew amade ne hevkariyê li gel Rûsyayê bikin.