Tirkiye nakokiyan dixe navbera PKK û PDKê

KNKê hewla çareserkirina nakokiyên di navbera PDK û PKKê de dike.

K24 – Qamişlo

“KNK” hewla çareserkirina nakokiyên di navbera PDK û PKKê de dike.

Hevseroka Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê (KNK) Nilûfer Koç ji K24ê re ragehand ku, hikûmeta Tirkiyê hewl dide ku tevliheviyê têxe navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Partiya Kerkerên Kurdistanê (PKK).

Koç got ku, “Nakokî di navbera PDK û PKKê de hene. KNKê jî wek sîwaneke netewî ye, erka me ye ku em wan nakokiyan nehêlin.”

Herwiha koç ji hemû partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî xwast jî ku bi erkên xwe yên netewî rabin, derbarê çareserkirina hemû nakokiyan.”