Infografiyek derbarê civîna New Yorkê de

Li New Yorkê civîneke navdewletî derbarê krîza Sûriyê de têbirêvebirin, wezîrên derve yên 20 welatan jî gihane New Yorkê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li New Yorkê civîneke navdewletî derbarê krîza Sûriyê de tê birêvebirin, wezîrên derve yên 20 welatan jî gihane New Yorkê.

Îro li New Yorkê wezîrên derve yên 20 welatên Rojava û Rojhilata Navîn ku di nav wan de Amerîka, Rûsya, Tirkiyê, Erebistana Siudiyê û Îranê ve dicivin, bo dîtina çareseriyeke siyasî krêza Sûriyê re.

Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Ki-Moon û nûnerê navdewletî yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura jî di wan civînan de beşdar bûn.

Wezîrên derve yên wan 20 welatan, dê di wê civînê de li ser pirsa agirbesta di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de û çarenivîsa Esed gotûbêj bikin.